Îsraîlê firokxaneya Helebê û başûrê Şamê kirin armanc

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Îsraîlê Firokexaneya Navdewletî ya Helebê û başûrê Şamê kirin armanc û bû sedema pêketina agir û teqînan.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Israîlê şeva borî Firokexaneya Navdewletî ya Helebê û embarên li derdora wê bi 4 mûşekên kirin armanc, ku bû sedema pêketina agir û teqînan.

Li gor zanyariyên Rewangehê, 3 mûşek li embarên çekan a mîlîşyayên Îranê ketin û mûşeka çarem jî li hundir firokxaneyê ket.

Ajansa nûçeyan a “SANA” ji zarê çavkaniyê ragihand, Israîlî ji aliyê gola Teberiye ve êrîşeke asmanî pêk anî û hin xalên başûrê rojhilatê Şamê kirin armanc.

Amaje bi wê jî kir, sîstema berevaniya asmanî rûbirûyî wê êrîşê bû û hejmarek mûşek xistin xwarê.

Li gor hatiye belav kirin, di her du êrîşên li Heleb û Şamê de, tenê ziyanên madî derketin û ti amaje bi ziyanên canî nehat kirin.

Ji destpêka krîza Sûriyê ve, her car Îsraîl êrîşî baregehên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve dike. Îsraîl Sûriyê tomebar dike ku ew rê dide hêzên ser bi Îranê ve ji nava Sûriyê ve êrîşî Îsraîlê bikin.