DAIŞê berpirsyariya teqîna îro ya li Kabulê li xwe girt

Rêxistina terorê ya DAIŞê berpirsyariya xwe li ser teqîna îro ya Kabula paytexta Efxanistanê ragihand.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina terorê ya DAIŞê berpirsyariya xwe li ser teqîna îro ya Kabula paytexta Efxanistanê ragihand.

DAIŞê berpirsyariya teqîna li ber Balyozxaneya Rûsyayê ya li Kabulê li xwe girt, ku bûbû sedema kuştina 2 karmendên balyozxaneyê û hejmarek welatiyên Efxanî.

Rêxistina DAIŞê diyar kiriye ku çekdarekî wan bi kembera bombekirî, xwe gihandiye nav kombûna hejmarek karmendên Balyozxaneya Rûsyayê ya li Kabulê û piştre xwe teqandiye.

Îro duşemê 5ê Îlona 2022yan, li Kabula paytexta Efxanistanê, di encama teqîneke xwekujiyê de li nêzîkî Balyozxaneya Rûsyayê, du dîplomatkarên Rûsî canê xwe ji dest dan û çendîn kes jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyên Wezareta Derve ya Rûsyayê, dema ku hejmarek kes li pêş deriyê balyozxaneyê rêz bûn, kesekî xwekuj nêzîkî wan bûye û xwe teqandiye.

Jêder: AFP