Serok Barzanî û Konsulê Rûsyayê rewşa Iraq û navçeyê gotûbêj dikin

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li konsulê nû yê Rûsyayê li bajarê Hewlêrê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 6ê Îlona 2022an, pêşwazî li konsulê nû yê Rûsyayê li bajarê Hewlêrê Maksîm Robîn kir.

Di hevdîtinê de, gotûbêj derbarê pêşhatên dawiyê yên Iraq û navçeyê de hatin kirin.

Her di vê hevdîtinê de, behsa pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê de hatin kirin û tekezî li pêşxistina pêwendiyên dualî, bi taybet ên di warê aborî û xwendina bilind de hate kirin.

Di beşeke din a vê hevdîtinê de, Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji konsulê nû yê Rûsyayê re di erk û karê wî de xwast.