Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî zengilê sala nû ya perwerdehiyê tê lêdan
Navenda Nûçeyan (K24) – Îro sala nû ya perwerdehiyê li Herêma Kurdistanê dest pê dike û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li dibistaneke qezaya Berdereşê beşdarî merasîma lêdana zengilê sala nû ya perwerdehiyê dibe.
Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê belav kir, îro demjimêr 08:00 bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî zengilê destpêkirina sala nû ya perwerdehiyê 2022-2023 li dibistana Eylûl li qezaya Berdereşê tê lêdan.
Li gorî rênimayên Wezareta Perwerde, sê rojên destpêkê yên dewamê, taybet in nasîna xwendekaran bi polên wan û danîna xişteya waneyan. Her wiha di sê rojên destpêkê de wane taybet in bi:
- Hezkirina Kurdistanê û pêşxistina kultura pêkvejiyanê.
- Hişyarî û dayîna zanyariyan li ser aliyên nerênî yên bikaranîna çek û amûrên tûj.
- Parastina jîngehê û avê, wek samenekî niştimanî û awayê baş ya bikaranîna wê.
- Çawaniya bikaranîna teknolojya û amûrên elektironîk û dûrketina ji aliyên wê yên xirap.
- Xwendekar ji bilî sûdwergirtina ji van rênimayîyan, pêwîst e sûdê ji waneyên werziş û hunerê jî werbigirin.