Kî winda bike, zirarê dike.. Barcelona dîsa li hember Bayern Munchenê têk çû

Navenda Nûçeyan (K24) – Bayern Munich di gera duyemîn a qonaxa koman ya Champions League de careke din li hember mêvana xwe Barcelona (2 - 0) bi ser ket.

Şeva borî di gera duyemîn a qonaxa koman ya Koma (C) a Champions League de, Bayern Munich li stadyuma “Allianz Arena” mêvandariya Barcelona kir û bi (2 - 0) bi ser ket.

Golên Bayern Munich di xulekên (50 û 54) bi riya Lucas Hernandez û Leroy Sane ve hatin tomarkirin.

Tevî ku Barcelona ji xuleka yekem a vê rûbirûbûnê ve, bihêz xuya kir û êrîşên xwe berdewam kirin, lê Lewandowski, Rafinha û Ousmane Dembele nekarîn ji wan êrîşan sûdê werbigirin.

Bayern Munich di werza nû ya Champions League (2022-2023) de, piştî serkeftina yekem li hember mêvandarê xwe Inter Milan bi du golan bê bersiv, (6) pûanan bû serkêşa Koma (C) a ku wek “koma mirinê” tê binavkirin.

Li hemberê jî Barcelona piştî vê têkçûnê û serketina hefteya borî ya li hember mêvana xwe Viktoria Plzen a komara Çek (5-1) li stadyuma “Spotify Camp Nou” bi (3) pûanan de di rêza duyem de cih girt.

Di lîstika din a heman koma (C) de, Inter Milan bi encama (2 - 0) li hember Viktoria Plzen bi ser ket.