Platforma Tendirustiya Diyarbekirê tundiya li hember tendirustkaran şermezar kir

Li Stenbolê peywirdarek ewlekariya nexweşxaneyekê rastî êrîşa bi kêr hat û jiyana xwe ji dest da, li ser vê yekê Platforma Tendirustiya Diyarbekir bi daxuyaniyeke çapemeniyê ev bûyer şermezar kir.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Li Stenbolê peywirdarek ewlekariya nexweşxaneyekê rastî êrîşa bi kêr hat û jiyana xwe ji dest da, li ser vê yekê Platforma Tendirustiya Diyarbekir bi daxuyaniyeke çapemeniyê ev bûyer şermezar kir û banga pêşîlêgirtina tundiya hember tendirustkaran kir.

Li Diyarbekirê di hewşa Nexweşxaneya Silheddîn Eyyubî de ji aliyê Platforma Tendirustiya Diyarbekir ve derbarê tundiya hember tendirustkaran de daxuyaniyek bo çapemeniyê hat dayîn.

Daxuyanî ji aliyê Seroka Jûra Bijîşkên Diyarbekir Elîf Turan ve hat xwedin. Turan amaje kir ku herî dawî li Stenbolê Peywirdarekî Ewlekariya Nexweşxaneyekê yê bi navê Tugrul Okudan ji aliyê xizmên nexweşan ve rastî êrîşa bi kêr hat û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Seroka Jûra Bijîşkên Diyarbekirê anî zimên ku divê êdî yasaya tundiya di warê tendirustiyê de were rêkûpêkkirin û bi hemû xalan were cîbicîkirin da ku pêşî li êrîşên hember tendirustkaran were girtin.