Almanya çalakiyên Rosneft sînordar dike

Welatên rojava dest bi sizakirina kompaniyên Rûsî û rêgirtina li karên wan kirine, di vê çarçoveyê de Almanya çalakiyên kompaniya Rosneft a Rûsî sînordar kir.

Hewlêr (K24) – Welatên rojava dest bi sizakirina kompaniyên Rûsî û rêgirtina li karên wan kirine, di vê çarçoveyê de Almanya çalakiyên kompaniya Rosneft a Rûsî sînordar kir.

Hikûmeta Almanyayê îro înê ragihand, dest daniye ser çalakiyên Rosneftê yên li Almanyayê ku gelek parzûngehên petrolê yên wê kompaniyê li Almanyayê hene û enerjiya niştimanî desteber dike.

Wezareta Aborî ya Almanyayê ragihand, liqên Rosneftê li Almanyayê %12ê şiyana niştimanî bo veberhênana warê petrolê pêk tîne.

Herwiha eşkere kir, hemû xebatên kompaniya Rosneftê dê bikevin bin serperiştiya ajansa niştimanî ya enerjiya Almanyayê.

Sizakirina Rosneftê ji aliyê Almanyayê ve, piştî wê yekê tê ku duh pêncşemê Wezareta Gencîne ya Amerîkayê hejmarek sizayên din bi ser rayedarên Rûsî de sepandin.

Amerîkayê ragihandiye, ji ber bandor û têkiliyan wan a di şerê Ukraynayê de, siza bi ser wan rayedarên Rûsî de sepandine.

Ewên hatine sizakirin, hejmarek kompaniyên teknolojiyê, rayedar û kesên xwedî kar, banka û grûpên nîv serbazî û nêzîkî Putin in.

22 rayedar û hebûnên Rûsî xistine lîsteya sizayan, hinek ji wan kesab nêzîkî Serokê Komara Çeçenistanê Remezan Qadîrov in.

Herwiha Wezareta Derve ya Amerîkayê siza bi ser 31 kompaniyên warê fezayê yên Rûsyayê de sepandine, kesên ku heyvên destkir û teknolojiya pêşketî berhem tînin.

Pênc rayedarên din ên Rûsyayê jî bi tohmeta birina danûdexlên Ukraynayê, siza bi ser wan de hatine sepandin.