Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Yekîtiya Zanayên Îslamê ya Kurdistanê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 52emîn salvegera damezrandinê, pîrozbahî li Yekîtiya Zanayên Îslamê ya Kurdistanê kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 52emîn salvegera damezrandinê, pîrozbahî li Yekîtiya Zanayên Îslamê ya Kurdistanê kir.

Îro çarşemê 21ê Îlonê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyamekê de hêviya xwe anî ziman ku rola girîng û aktîv a Yekîtiya Zanayên Îslamê ya Kurdistanê di dakokîkirina pirsên niştimanî û pêşvebirina çanda lêborînê û miyanrewî û pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên Kurdistanê de hebe.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bi boneya pêncî û duyemîn salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Îslamê ya Kurdistanê, ez pîrozbahiyên herî germ arasteyî serok û endamên Mekteba Tenfîzî û hemû mamosteyên olî yên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim.

Ez hêvîdar im, Yekîtiya Zanayên Îslamê ya Kurdistanê ku bi rasparde û serperiştiya rêberê me yê niştimanî Barzaniyê Nemir ve hat damezrandin, li ser heman bingeh û armancên ku ji bo wan hat damezrandin, berdewam bin di rola xwe ya girîng û aktîv a di dakokîkirina pirsên niştimanî û pêşvebirina çanda lêborînê û miyanrewî û pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên Kurdistanê de û redkirina tundûtûjî û rûbirûbûna fikra tundrewiyê.