Pêncemîn Festîvala Rewşenbîrî ya Duhokê birêve diçe

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî û beşdarbûna 135 nivîskaran ji her çar perçeyên Kurdistanê û welatên Ewropayê, Pêncemîn Festîvala Rewşenbîrî ya Duhokê dest bi karên xwe kir.

Di salvegera pêncemîn a referanduma serxwebûna Kurdistanê de, îro 25ê Îlona 2022an de, bi amadebûna Serok Barzanî, Pêncemîn Festîvala Rewşenbîrî ya Duhokê dest bi karên xwe kir. Biryar e jî Serok Barzanî gotarekê pêşkêş bike.

Pêncemîn Festîvala Rewşenbîrî ya Duhokê bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24ê ye.