CENTCOM: Me droneke Îranê ku ber bi Hewlêrê ve diçû xiste xwarê

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê daxuyaniyek derbarê êrîşên Îranê yên li ser çend navçeyên Herêma Kurdistanê de belav kir û ragihand, wan dronek xistine xwarê ku ber bi Hewlêrê ve hatibû arastekirin.

Hewlêr (K24) – Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) daxuyaniyek derbarê êrîşên Îranê yên li ser çend navçeyên Herêma Kurdistanê de belav kir û ragihand, wan dronek xistine xwarê ku ber bi Hewlêrê ve hatibû arastekirin.

Rêveberê Karûbarên Giştî yên Fermandariya Navendî ya Amerîkayê Colonel Joe Buccino di daxuyaniyê de ragihand, ew êrîşa Supaya Pasdaran a Îranê ya li ser parêzgeha Hewlêrê şermezar dikin û ew êrîş bûne gef li ser sivîlên bêtawan û li ser seqamgîriya navçeyê, ku gelek bi zehmetî hatiye pêkanîn.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, ti hêzeke Amerîkayê di encama wan êrîşan de zirar nedîtine û ziyan negihîştiye ti alaveke Amerîkayê.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin: “Di demjimêr 02:10 xuleka piştî nîvro li gor dema Hewlêrê, hêzên Amerîkayê, firokeyeke bêfirokevan a Îranê ya cûreya 'Muhacir-6' têk birin, ku ber bi Hewlêrê hatibû arastekirin û weke gefekê bû li ser hêzên Fermandariya Navendî ya Amerîkayê yên li navçeyê.”

Herwiha hat eşkerkirin: “Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ya li Iraqê, li ser bingeha vexwendina hikûmeta Iraqê û ji bo pêşkêşkirina şêwir û alîkarî û rahênana hêzên hevbeş, bi mebesta têkbirina yekcarî ya DAIŞê kar dike û rewşê dinirxîne û piştevaniya hêzên hevbeş ên li Iraqê dike.”