Parlementerê CHPê pirtûkek li ser komkujiya Roboskiyê nivîsand

kurdistan24.net

Enqere (K24) – Li Tirkiyê Yek jî komkujiyên herî mezin ku bi destê artêşa wî welatî ve hatiye kirin, komkujiya Roboskiya bajarê Şirnexa bakurê Kurdistanê ye. 11 sal ser vê komkujiyê derbûs bûn û parlementerekî Partiya Komarî ya Gel CHPê li ser vê qetlîamê pirtûkek nivîsand. Di pirtûkê de çima ev bûyer nayê zelalkirin ji aliye dewletê ve çawa biryara komkujiyê hatiye dayîn hemû bi delîlan cîh digre. Nivîskarê pirtûkê dibêje wî ev pirtûk bo ku bibe delil nivîsandiye da ku ev bûyer neye jibîrkirin.

Li Tirkiyê di 28ê Berfanbara 2011an de li Gundê Roboskiya ser bi bajarê Şirnexa Bakurê Kurdistanê 34 Kurd ku 22 kes ji van zarok bûn dema ji bo pêdiwiyên xwe berê xwe dabûn Başûrê kurdstanê di rêya vegerê de ji aliyê frokeyên artêşa Tirkiyê ve hatibûn qetilkirin. Tevî ku bi dehan sal li ser vê qetlîamê derbasbûye jî hêj ev bûyer bi temamî nehatiye zelakirin û kesên berpirsiyar nehatine sizakirin. Piştî 12 salan Parlementerê CHPê yê Stenbolê Levent Gok ku ji roja destpêka heta niha şopdarê qetlîama Roboskiyê ye bi navê “Roboskî Rondikên Qilebanê” pirtûkek nivîsandiye. Nivîskarê pirtûkê GOK bi delîlan di pirtûka xwe de dinivîse ku agahiya hemû rayedarên dewletê ji qetlîamê hebû ber vê çendê tê xwastin ku ev bûyer temamî bê girtin.

Parlementerê CHPê Levent Gok dibêje: “Piştî lêkolînên berfireh yên çend salan di belgeyên ku gihiştine ber destê min de her tiş eşkere ye. Di serî de agahiya sererkan, wezîrê berevani, serokê îstîxbarat û serokwezîrê wê heyamê Recep Tayîp Erdogan ji vê qetlîamê hebû. Ji ber ku fermana bombebarankirina welatiyan di civîna lijneya ewlehiya netewî de hate dayîn û hemû rayedarên dewletê jî div ê civînê de bûn. Ji ber vê çendê ji bo ku rayedarên dewletê neyên sizkirin deshilata akpê dixwaze vê dozê temamî bide girtin.”

Lê belê Gok dibêje di deshilatdariya van de kare wan yê serekî dê zlalkirina ev bûyerê be û serokê wan yê giştî jî soza zelalkirina vê bûyerê daye.

Levent Gok got: “Serokê me yê giştî 2 meh beriya niha di serdana xwe ya bo roboskiyê de soz dabû malbatên roboskiyê ku ev bûyer bi her awayî bê zelalkirin. Bê guman di dema deshilatdariya partiya me de jî kare me yê serekî ew e ku em dosyayên vê qetlîamê di refiken tozgirtî de derxin û berpirsên vê qetlîamê derxin pêşberî edaletê.”

Levent Gok diyar dike ku bi armanca da ku edalet bê Roboskiyê ev pirtûk nivîsandiye û ev ê heta dawîyê jî li pey vê dozê bin û got: “Herî zêde malbatên me yên Robaoskîyê edaletê heq dikin. Roboskî cihê ku herî zêde qêrîna edaletê lê bilind dibe ye. Ev bi salane ez diçim Roboskiyê û yek jî şahide êş û rondikên wan dayîkan im. Ji bo ku edalet bê Roboskiyê, ev qetlîam neyê jibîrkirin û wek delîlekê min ev pirtûk nivîsandiye.”

Herwiha di çarçoveya helalî xwastnê de Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu jî di 4ê Tebaxê de serdana malbatên qurbaniyên Komkujiya Roboskiyê kiribû û li wê derêsoza ronîkirina vê bûyerê û sizakirina berpirsiyaran dabû malbatên qurbaniyên robaskiyê.