NY bo Brîtanyayê: Derbarê penaberan de pabendî yasayên navdewletî bin

Encûmena Mafên Mirovan a ser bi Neteweyên Yekgirtî ji welatê Brîtanyayê daxwaz kir, ligel daxwazên penaberan li ser bingeha yasayên navdewletî tevbigere.

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Mafên Mirovan a ser bi Neteweyên Yekgirtî ji welatê Brîtanyayê daxwaz kir, ligel daxwazên penaberan li ser bingeha yasayên navdewletî tevbigere.

Encûmenê hûrbînî ji bo tomara mafên mirovan a li Brîtanyayê kir, ku her çar sal carekê tê kirin û di wê çarçoveyê de amaje bi plana Brîtanya ya ji bo şandina penaberan bo Riwandayê kir.

Li ser vê mijarê, encûmenê ji Brîtanya û Zelendaya Nû daxwaz kir, reftareke mirovane ligel penaberan bikin û pabendî berpirsyarî û pabendiyên mirovî bibin, weke ku di yasayên navdewletî de ji bo mafên mirovan û mafên penaberan hatiye.

Îsal bi rêya Kanala Îngilîzê ve, nêzîkî 40 hezar penaber ji Fransayê derbasî Brîtanyayê bûne.