Reuters: Dibe ku Tirkiye ji Konseya Ewropayê were derxistin

Ajansa nûçeyan a Reutersê ragihand, Tirkiye ji ber ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê cibicî nake dibe ku ji Konseya Ewropayê were derxistin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Ajansa nûçeyan a Reutersê ragihand, Tirkiye ji ber ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê cibicî nake dibe ku ji Konseya Ewropayê were derxistin. Ajansê ragihand ku parêzvanên mafên mirovan bi fikar in ku Tirkiye biryara dadgehê ya sala 2019'an a berdana karsaz Osman Kavala ku 5 sal in li Girtîgeha Sîlîvriyê girtî ye cibicî nekiriye. Ji ber vê çendê derxistina Tirkiyeyê ji Konseya Ewropayê di rojevê de ye.

Li gorî ajansa nûçeyan a Reutersê, pispor dibêjin, proseya binpêkirinê ya ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê li dijî Enqereyê daye destpêkirin, heta niha tekezî li ser diyalogê kiriye, lê dibe ku di dawiyê de Tirkiye were derxistin an jî endamtiya wê were sekinandin.

Berdevkê Konseya Ewropayê di bersiva pirseke Reutersê ya derbarê tedbîrên muhtemel de got ku Komîte dê derbarê gavên ku bên avêtin û dema wan de biryarê bide. Herwiha Berdevkê Konseya Ewropayê diyar kiriye ku Tirkiyeyê heta niha 521 biryarên DMMEyê bi temamî bi cih neanîne, ku 136 ji wan dozên berê ne û bi gelemperî li ser mijarên pergala darazê ne.

Li gorî daneyên DMMEyê di navbera salên 1959-2021an de 3 hezar û 820 biryar li dijî Tirkiyeyê hatine dayîn, ji van 3 hezar û 385an herî kêm yek binpêkirina mafan heye. Tirkiye di nav 46 welatên endam de beriya piraniya wan Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê îmze kiriye.

Ji bo cara duyemîn, Komîteya Wezîran li dijî dewletek endam pêvajoya binpêkirinê da destpêkirin. Konseya Ewropayê berê “pêvajoya binpêkirinê” tenê li dijî hikûmeta Azerbaycanê kiribû.

Wezareta Derve ya Tirkiyê derbarê raporta Reutersê de heta niha ti daxuyanî neda ye. Lê belê  Enqereyê hefteya borî ji Komîteyê re ragihandibû ku mafê îtiraza Kavala ya li Dadgeha Destûra Bingehîn hê jî didome.

Herwiha ji bilî doza Osman Kavala heta niha tevî ku Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê çendîn caran daxwaza demildest azadkirina hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ê ku ev 6 sal in di girtigehê de ye kiribe jî Tirkiyê ev biryar jî cibicî nekiriye.