Elî Kerîmî banga hawarhatina bi xelkê Mehabadê re dike

Xwepêşandaneke Mehabadê
Xwepêşandaneke Mehabadê

Navenda Nûçeyan (K24) – Lîstikvanê berê yê topapê yê Îranê Elî Kerîmî bang li bajar û bajarokên Îranê dike bi hawara xelkê Mehabadê ve biçin û nerazîbûnên xwe nîşan bidin.

Elî Kerîmî ku ji destpêka xwepêşandanên vê dawiyê de, weke yek ji navdartirîn piştevanê gel derketiye pêş, li hejmara xwe ya taybet a tora civakî “Iinstagram” bang li gelê Îranê kir ku xwe pêşan bidin û bibin dengê xelkê Mehabadê ye.

Di rojên derbasbûyî de xwepêşandan li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê berfireh bûne û di piraniya wan xwepêşandanan de alozî derketine. Roja Înê jî 4 welatiyên Kurd li wî bajarî ji aliyê hêzên çekdar ve hatin kuştin.

Roja Şemiyê (19ê Mijdarê), merasima bixakspartina wan kesan veguherî xwepêşandanan û rastî karvedanên tund a hêzên ewlehiyê hat.

Di vîdyoyekê de ku ji aliyê Rêxistina Mafê Mirovan a Hangaw ve hatiye belavkirin, çend otomobîlên zirxî û hêzên taybet bi çekên nîvgiran li ser cadeyên bajarê Mehabadê têne dîtin.

Elî Kerîmî
Elî Kerîmî

 

Li Îranê zêdetir ji 400 xwepêşanderan hatine kuştin

Tora Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê ragihand, ji destpêka xwepêşandanên Îranê heta roja Îna borî, herî kêm 402 xwepêşander hatine kuştin.

Amarên wê tora mafên mirovan ji 16ê Îlona borî heta 18ê vê meha Mijdarê li xwe digre û li gor zanyariyên Tora Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê, 402 kes hatine kuştinî ku ji wan 58 zarokên li jêr 18 salî bûne.

Herwiha di nava vê demê de herî kêm 16 hezar û 813 xwepêşander hatine desteserkirin û li 150 bajar û bajarokan xwepêşandan birêve çûne.

Li gor raporta Tora Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê, li 140 zanîngehan xwepêşandan birêve çûne û 524 xwendekar jî hatin desteserkirin.

Herwiha li gor raportê, tenê di rojên 17 û 18ê vê mehê de, 21 xwepêşander ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatine kuştin ku piraniya wan li bajarên Bokan û Mehabad ên Rojhilatê Kurdistanê bûne.