HSD: 6 endamên malbatên DAIŞê ku ji Kampa Holê reviyan hatin desteserkirin

Rêveberê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî ragihand, hêzên wan karîne 6 endamên malbat û kesûkarên çekdarên DAIŞê desteser bikin.

Hewlêr (K24) – Rêveberê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî ragihand, hêzên wan karîne 6 endamên malbat û kesûkarên çekdarên DAIŞê desteser bikin.

Îşev firokeyên şer ên Tirkiyê hêzên HSDê yên ku Kampa Holê diparêzin, bombebaran kir.

Di karvedana yekem de Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand ku wan operasyonên xwe yên ligel Hevpeymaniya Navdewletî rawestandine.

Mezlûm Ebdî rexne li bêdengiya civaka navdewletî kir, ku li hember bombebaranên Tirkiyê yên li ser deverên Kurdan û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bêdeng in.

Piştî bombebarana Tirkiyê, ji ber derketina alozî û valahiya ewlehiyê, hejmarek ji kesûkarên çekdarên DAIŞê ji Kampa Holê reviyan.

Rêveberê Navenda Ragihandinê ya HSDê Ferhad Şamî ragihand, hêzên wan 6 endamên malbat û kesûkarên çekdarên DAIŞê desteser kirine, ku 3 ji wan jin in.