Huda Par û PSK banga çareseriya pirsa Kurd dikin

Partiya Doza Azad (Huda Par) li Diyarbekir ji bo pîrozkirina ji ber kongreya giştî serdana Partiya Sosyalîsta Kurdistan (PSK) kir.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) – Huda Parê li Diyarbekir serdana PSKê kir û ji ber kongreya giştî pîrozbahî li PSKê kir. Huda Par ji aliyê Serokê PSKê Bayram Bozyel ve hat pêşwazîkirin û herdu aliyan banga çareseriya pirsa Kurd a bi awayekî aştiyane kirin.

Partiya Doza Azad (Huda Par) li Diyarbekir ji bo pîrozkirina ji ber kongreya giştî serdana Partiya Sosyalîsta Kurdistan (PSK) kir.

Şandeya Huda Parê ya pêşengiya wê Serokê Giştî yê Huda Parê Zekeriya Yapicioglû dikir ji aliyê Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel ve hat pêşwazîkirin.

Di serdanê de Serokê Giştî yê Huda Parê Zekeriya Yapicioglû axaftinek kir û amaje kir ku ew serkeftinê ji Bayram Bozyel re dixwazin û wî pîroz dikin û her wiha anî zimên ku ew dixwazin têkiliyên PSK û Huda Parê pêş bikevin û sûdê bidin çareseriya kêşeya Kurd.

Bayram Bozyel jî anî zimên ku ew bi serdana Huda Parê hem keyfxweş in û hem serbilind in û amaje kir ku pirsgirêkên civakî bi yek aliyekî çareser nabin û pêwîstî bi piralîbunê heye û ji ber vê yekê jî ji bo çareseriya pirsa Kurd girîng û pêwîst e ku partiyên Kurdan werin cem hev û ji bo destûreke demokratîk jî pêwîstî bi hemû aliyên Tirkiyeyê heye.

Di serdanê de derbarê Operasyona Tirkiyeyê ya ser Rojavayê Kurdistanê de jî aliyan nêrînên xwe parve kirin û Zekeriya Yapicioglû bal kişand ku 40 sal in çek û şer heye û bi vî awayî çareserîyek derneketiye lê divê rastiyek were dîtin ku hebûna PKKê ya li Başûr û Rojava hêncetan dide Tirkiyeyê ku operasyonan bike.

Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel jî anî zimên ku ne pêkan e ku pirsgirêk bi rêya şer û pevçûn û operasyonan çareser bibin û bal kişand ku divê pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane çareser bibe.