Wezareta Kar û Karûbarên Civakî 13 hezar kêmendaman dabîn dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Kar û Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, mûçeya 13 hezar kêmendam bi neheqî hatibû birîn, di Kabîneya Nehem jî kar li ser vê mijarê hat kirin û mûçeyê wan 13 hezar kêmendaman hat vegerandin û navê 14 hezar kêmendamên din jî hat tomarkirin.

Wezîra Kar û Karûbarên Civakî Kiwêstan Mihemed ji K24ê re got: “Mûçeya 13 hezar kêmendaman hatibû birîn, bi destpêkirina Kabîneya Nehemîn re, me karî mûçeya van 13 hezar kêmendaman vegerînin. Tomar kirina navê kêmendam ku ji sala 2012an ve ve hatibû rawestandin, niha komîteyeke bilind hatiye avakirin, ji bo tomarkirina navê kesên din ên kêmendam û me navê 14 hezar kêmendamên din tomar kir û niha ew di qonaxa pişknînê de ne.”

Wezîra Kar û Karûbarên Civakî got ku piştî bidawîbûna qonaxa pişknînê, kesên ku li gorî rênimayan mafdar in, dê navê wan ji bo pesendkirinê ji Encûmena Wezîran re bêne şandin.

Îro Roja Cîhanî ya Xwedî Pêwîstiyên Taybet e, Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro çendîn çalakiyan li dike.