Li Amûdê dronekê otomobîlek kire armanc

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand, li bajarm Amûdê dronekê otomobîlek kire armanc.

Hewlêr (K24) – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand, li bajarm Amûdê dronekê otomobîlek kire armanc.

Hat diyarkirin ku droneke Tirkiyê, gundê Sinceqê yê ser bi Amûdê bombebaran kir û di encamê de kesek hat kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.

Îro Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê di axaftineke xwe de careke din siyaseta piştevaniyê ya Amerîkayê ya li aliyên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê rexne kir û got, "Tirkiye rijd e li ser temamkirina 'xeta ewlehiyê' ya li ser sînorê welat".