Tirkiye: 13 çekdarên DAIŞê li Cerablûs û Babê hat desteserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Tirkiye ragihand, li navçeyên Cerablûs û Bab ên Sûriyê, 13 çekdarên DAIŞê hatine desteserkirin, yek ji wan emîrê darayî yê DAIŞê ye.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, di operasyonên ku li herêmên Cerablûs û Babê yên Sûriyê hatin kirin de, 13 endamên DAIŞê ku di nav wan de fermandarê fînansê yê DAIŞ jî heye, hatin desteserkirin.”

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê da zanîn jî, 5 endamên YPGê jî di heman operasyonê de hatine desteserkirin.

Diyar kir jî, di lêgerînên ku li malên gumanbaran hatin kirin; 10 kg teqemeniya ji bo teqandinê amade bû, 4 lewheyên elektronîk, 1 kalaşnîkov, 1 demance û 253 fîşek hatin desteserkirin.