Nêçîrvan Barzanî spasiya alîkariyên serbazî û mirovî yên Almanyayê kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Berpirsê Karûbarên Rojhilata Navîn ê Wezareta Derve ya Almanyayê kir.

Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Berpirsê Karûbarên Rojhilata Navîn ê Wezareta Derve ya Almanyayê kir. Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ji bo alîkariyên serbazî û mirovî yên Almanyayê yên ji bo Herêma Kurdistanê di şerê dijî terorê de spasî lê kir.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşemê 7ê Kanûna 2022yan pêşwazî li Berpirsê Karûbarên Rojhilata Navîn ê Wezareta Derve ya Almanyayê Tobias Tunkel û şanda pê re yê ku ji Balyozê Almanyayê yê Iraqê û Konsulê Giştî yê Almanyayê yê Herêma Kurdistanê jî tê de amade bûn, kir.

Di hevdîtinê de pêwendiyên Almanya yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa herêmê bi giştî, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, Iraq û Herêma Kurdistanê bi welatên cîran re hatin gotûbêjkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de ji bo alîkariyên leşkerî û mirovî yên Almanyayê yên ji bo Herêma Kurdistanê di şerê dijî terorîstan de spasiya xwe pêşkêş kir û behsa serdana xwe ya dawî ya bo Bexdayê û hevdîtinên xwe yên bi berpirsên payebilind ên Iraqê re kir.

Hat destnîşankirin ku Berpirsê Karûbarên Rojhilata Navîn ê Wezareta Derve ya Almanyayê amadebûna welatê xwe ji bo berdewamiya alîkarî û piştevaniya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de nîşan da.

Di beşeke din a civînê de her du aliyan behsa rewşa ewlekarî ya deverê, rewşa penaberan û vegera bo malên xwe û cîbicîkirina rêkeftina Şingalê kirin.