HSD 14 endamên DAIŞê li parêzgeha Hesekê desteser dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Operasyona “Birûska Cizîrê” yê HSDê ya li dijî şaneyên DAIŞê di roja xwe ya pêncemîn de berdewam e û 14 çekdarên din ên DAIŞê hatin desteserkirin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyekê de diyar kir, di çarçoveya operasyona “Birûska Cizîrê” de, duhî li gundên Samîhan û gundê Atta ên Til Birakê, 3 kes bi tawana alîkariya lojîstîk ji şaneyên terorîstên DAIŞê re kirine hatin girtin.

Da zanîn jî, Li bajarokê Holê, hêzên HSDê bi ser veşartgeh û malên ku ji aliyê şaneyên terorîst û tên bikaranîn de girtin û 11 berguman girtin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi beşdariya Hevpeymaniya Navdewletî roja 29ê Berfanbarê dest bi operasyoneke nû ya bi navê (Birûska Cizîrê) li dijî şaneyên razayî yên DAIŞê li deverên Til Hemîs û Holê yên li parêzgeha Hesekê kiribû.

Li gorî daxuyaniyên HSDê, hata niha di operasyona Birûska Cizîrê de, 124 endam û bergumanên DAIŞê hatine desteserkirin.