Rehîm Reşîdî: Konsulê Amerîka got parastina statuya Herêma Kurdistanê ji karê wan ê pêşîne ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Hewlêrê Irvin Hicks Jr. li gel Berpirsê Ofîsa Kurdistan24ê li Washingtonê Rahîm Reşîd civiya û behsa azadiya ragihandinê û pêwendiyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de kirin.

Derbarê vê hevdîtinê de Reşîdî ji K24ê re got: “Ew gotûbêjeke vekirî û dostane bû. Me li ser girîngiya azadiya raderbirînê, ol, mijarên mafên mirovan li Kurdistanê û nêrîn û hêviyên Amerîkayê gotûbêj kirin. Nûnerê Amerîka bi aşkere behsa hebûna Amerîka li Herêma Kurdistanê kir û vekirina mezintirîn konsulxaneya welatî xwe ya li ser asta cîhanê li Hewlêrê, wek mînak nîşan da.”

Got jî: “Konsolê Amerîka derbarê siyaset û helwestên Amerîkayê li navçeyê bi giştî û li Herêma Kurdistanê bi taybetî axivî û aşkere kir ku parastina statuya Herêma Kurdistanê, proseya çaksaziya hikûmetê û yekxistina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de, ji karên wan ên pêşîne ye û wan ev mijar bi aşkereyî bi berpirsên Herêma Kurdistanê re gotûbêj kirine.”

Reşîdî diyar kir jî: “Di beşeke din a gotûbêjan de, ronahî hate xistin ser pêşxistina pêwendiyên civakî, kulturî û hunerî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de. Amerîka bi awayekî cidî hewl dide pêwendiyên bazirganî bi Kurdistanê re bi pêş bixe û ew dixwazin karsaz û kompanyayên Amerîkî zêdetir li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin, ji bo bidestxistina vê armancê jî Washington daxwaz û hêviyên xwe ji Herêma Kurdistanê heye.”

Berpirsê Ofîsa Kurdistan24ê li Washingtonê derbarê giringiya Herêma Kurdistanê ji bo Amerîkayê di vê rewşê de jî aşkere kir: “Yekrêziya aliyên siyasî, çaksazî, vebûn û aramiya Herêma Kurdistanê li gorî Amerîka, girêdayî asayişa netewî ya Amerîkayê ye û Washington van mijaran paşguh nake. Amerîka û hevpeymanên wê dê berdewam bin li ser piştevaniya Herêma Kurdistanê di warê siyasî, leşkerî û aborî de û dê bi hev re rûbirûyê teror û gefan bibin.”