Rêvebereke AK Partiyê: Mafê zimanê zikmakî dê di Destûra Bingehîn de cih bigre

Seroka Rêxistina Yenîşehîra Navçeya Diyarbekirê ya AK Partiyê Nûpel Kaya ragihand, AK Partî dê di heyama nû de zimanê zikmakî bixe bin garantiya destûrê û dê di Makezagonê de sererastkirineke nû pêk bîne.
Seroka Rêxistina Yenîşehîra Navçeya Diyarbekirê ya AK Partiyê Nûpel Kaya
Seroka Rêxistina Yenîşehîra Navçeya Diyarbekirê ya AK Partiyê Nûpel Kaya

Diyarbekir (K24) – Seroka Rêxistina Yenîşehîra Navçeya Diyarbekirê ya AK Partiyê Nûpel Kaya ragihand, AK Partî dê di heyama nû de zimanê zikmakî bixe bin garantiya destûrê û dê di Makezagonê de sererastkirineke nû pêk bîne.

Nûpel Kaya derbarê zimanê Kurdî de ji K24ê re diyar kir: “Derbarê mafên zimanê Kurdî de, ev maf di dema hikûmeta me ya AK Partiyê de hatin qebûlkirin, ku bi rehetî û bi serbestî zimanê me yê Kurdî hat bikaranîn. Ne tenê hat bikaranîn, ji bo vê yekê li zanîngehan Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî hat vekirin, herwiha TRT Kurdî hat vekirin.”

Kaya got: “Mirov bi salan zimanê Kurdî ku di hesreta wî de bûn, di dema AK Partiyê de gelek bi rehetî û bi serbestî bi kar anîn. Helbet di heyama nû de, bi sererastkirineke destûrî, em dizanin ku AK Partî dê vê bixe jiyanê. Derbarê zimanê zikmakî de tenê sererastkirina nû maye.”

Seroka Rêxistina Yenîşehîrê ya AK Partiyê eşkere kir: “Partiya me dê di heyama nû de zimanê zikmakî bixe bin garantiya destûrê û dê di Qanûna Bingehîn de sererastkirineke nû pêk bîne.”

Herwiha destnîşan kir: “Em jî wek Kurdên ku li herêmê dijîn, helbet em xwedî li zimanê Kurdî û zimanê xwe yê zikmakî derdikevin. Li ser vê mijarê, li dibistanan jî em derbarê dersa bijarte de ji bo pêşiya zarokên me vebe, piştgiriya me her dem mezin e. Em zimanê xwe yê zikmakî li her derê bi kar tînin û em ê bikaranîna wî bidomînin.”