Mesrûr Barzanî ligel Serokwezîrê Belçîkayê hinardekirina berhemên Kurdistanê gotûbêj kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel Serokwezîrê Belçîkayê danûstandina bazirganiyê û hinardekirina berhemên çandiniyê yên Kurdistanê bo bazarên Belçîka û Ewropayê gotûbêj kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel Serokwezîrê Belçîkayê danûstandina bazirganiyê û hinardekirina berhemên çandiniyê yên Kurdistanê bo bazarên Belçîka û Ewropayê gotûbêj kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Sêşemê 17ê Çileyê di çarçoveya beşdarbûna Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê de ligel Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo civiya.

Di civînê de pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Belçîkayê û rewşa Iraqê û navçeyê bi giştî hatin gotûbêjkirin.

Mijara sereke ya civînê li ser pêşvebirina hevkarî û hevahengiya navbera herdu aliyan, bi taybetî di warê danûstandina bazirganî û hinardekirina berhemên çandiniyê yên Kurdistanê bo bazarên Belçîka û Ewropayê bi giştî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Belçîkayê kir ji bo piştevanîkirina Herêma Kurdistanê wek beşek ji Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî terorîstên DAIŞê, herwiha kurteyek derbarê serdana xwe ya dawî ya ji bo Bexdayê û civîna ligel Serokwezîrê Federal û girîngiya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser bingeha destûrê pêşkêş kir.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Belçîkayê amaje bi pêwendiya bihêz û çalak a welatê xwe ligel Herêma Kurdistanê kir û diyar kiriye ku Herêma Kurdistanê hevbeşeke bihêz a Belçîkayê ye.

Mijareke din a civînê, gotûbêjkirina li ser girîngiya rûbirûbûna bandorên neyênî yên guherîna keş û hewayê bû.