Namzedê Serokomariyê: Çareseriya pirsgirêka Kurd bi dayîna mafê çarenivîsê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Namzedê Serbixwe yê Serokomariya Tirkiyê Çetîn Eren dibêje pirsa Kurd, bi dayîna mafê çarenivîsê bo netewa Kurd çareser dibe.

Çetîn Eren ku xwe weke kesekî komûnîst pênase dike, dibêje baweriya wî bi yeksaniya hemû çînan heye.

Çetîn Eren ji Kurdistan24ê ragihand, ew ê ji bo Kurdan û hemû gelên mafên wan hatine binpêkirin, tekoşîna xwe bikin.

Eren dibêje: “Li Tirkiye du pirsên Kurd hene: Ya yekem, derbarê sînorên cografî de ye û divê mafê diyarkirina çarenivîsê ji Kurdan re bê dayîn. Ya duyem, jî pirsa Kurdên li Tirkiyê koçber bûne ye. Komara Tirkiye li ser înkarkirina nasnameya Kurd hatiye avakirin. Ji bo ku Tirkiye bibe welatekî demokrat, divê ev xak, ji peyamên tirkbûnê bêt paqijkirin.”

Eren got jî, “Li gorî me, yekem hilbijartina kedkarên Bakurê Kurdistanê biçe dengdanê, divê ew hilbijartina piştî diyarkirina çarenivîsa wan be.”

Çetîn Eren derbarê Herêma Kurdistanê de jî wiha got: “Divê Başûrê Kurdistanê serweriya xwe ragihîne. Heta ev gav neyê avêtin, pêwendî dê di navbera Tirkiye û Iraqê de bin, ne di navbera îdareya Herêma Kurdistanê û Tirkiye de.”

Her wiha got jî: “Di gel vê jî divê Tirkiye, piştgiriya hemû parçeyên Kurdistanê bike ji bo ragihandina serweriya wan. Em bi hemû hêza xwe amade ne piştgiriya wan bikin.”