Partiyên Bakur damezrandina Komara Kurdistanê ya li Mehabadê bi bîr anî

Şeş partî û rêxistinên Kurd, bi beşdariya endam û rêvebirên partiyên siyasî, saziyên sivîl, nivîskar û rewşenbîran, 77emîn salvegera Komara Kurdistanê ya li Mehabadê pîroz kirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - 6 partî û rêxistinên wek Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR), Partiya Azadiya Kurdistan (PAK), Partiya Demokrat a Kurd (PDK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Demokrat a Kurdistanê – Bakur (PDK-Bakur) û Tevgera Demorkatên Kurd (TDK-Tevger) bi hevr e salvegera damezrandina Komara Kurdistanê ya li Mehabadê pîroz kirin û daxuyandin ku şîretên pêşawa Qazî Mihemed, niha jî ji bo Kurdan û dewleta Kurdistanê wek rêbazekî ye ku her tim ji xwe re bikin rêber.

Şeş partî û rêxistinên Kurd, bi beşdariya endam û rêvebirên partiyên siyasî, saziyên sivîl, nivîskar û rewşenbîran, 77emîn salvegera Komara Kurdistanê ya li Mehabadê pîroz kirin. Di daxuyaniya hevpar de bal hat kişandin ku rêya destkeftî û serkeftinên Kurdan, di yekrêziya wan û yekîtiya wan de derbas dibe û divê ew şîretên Pêşawa Qazî Mihemed ku mîras hiştiye her Kurdekî ji bo xwe bike hişyarî.

Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan ji K24ê re ragihand: “Di vir de peyama sereke ew e Kurd dikarin xwe bi xwe îdare bikin û peyama din jî ew e ku em dikarin bi Mele Mistefa Barzaniyê Nemir bir bîr  bixin ew ji Başûrê Kurdistanê bû, lê bê şert û merc çû û bi hemû pêşmergên xwe ve, piştgiriya Komara Mehabadê kir. Ev jî ciyê rêzdariyê ye. Yanî mesaj çi ye? Mesaj: Yekîtî ye. Yekîtî jî bi rêzgirtina hevdû û hevqebûlkirinê dibe. Ev jî di nav Kurdan de hêj xurt nîne. Yanî li Kurdistana başûr, Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Nişmanî ya Kurdistanê, yekrêziya sitratejîk çêkirin îro li wê derê federasyon ava bûye. Ev e yanî peyam yekîtî ye.”

Siyasetmedarên Kurd, bal kişandin ku hem helwesta siyaseta navneteweyî û hem jî nebûna tifaqa Kurdan gelek caran bûye sedem ku Kurd nekarîne ji derfetên peyda bûyî sûda xwe werbigrin, lê divê êdî Kurd, ji tecrubeyên xwe dersên pêwist derbixin.

Serokê Giştî yê PAKê Mistefa Ozçelîk ji K24ê re diyar kir: “Ya girîng beriya her tiştekî, divê li her parçeyekî Kurdistanê tifaq, hevkarî, danûstandin û yekgirtina mîlet û gelê Kurdistanê hebe da ku em bikaribin li dinyayê, dijminê xwe kêm, dostên xwe zêde bikin û ji konjektorên heyî jî sûda xwe werbigirin.”

Beşdarên bibîranînê, bal kişandin ku Komara Kurdistana li Mehabadê, bi xwe re, nirxên neteweya Kurd destnîşan kiriye û ji bo paşeroja Kurd û Kurdistanê jî, jêderên Komarê çavkaniya sereke ye ku rê û rêbazên berjewendiyên gel û welatê Kurd bê diyar kirin.