Derbarê bûyera kuştina 5 welatiyên Duhokî de komîsyonek hat avakirin

Diyarbekir (K24) – Li Mêrdînê derbarê lêpirsîna bûyera kuştina pênc welatiyên Duhokî de bi serpereştiya parêzgarê Mêrdînê Mahmut Demîrtaş komîsyonek hat avakirin. Li gorî zanyariyên Kurdistan24’ê bi dest xistine, sabiqeya tometbarên sereke F.A û A.K heye û ew berê jî tevlî hin tawanên din bûne. 

Ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Mêrdînê ve lêpirsîna derbarê bûyera kuştina her pênc welatiyên Duhokî de bi berfirehî berdewam dike. Bi serpereştiya Parêzgarê Mêrdînê Mahmut Demîrtaş komîsyonek hat avakirin û bûyer bi hemû hurgiliyên xwê tê lêkolînkirin.

Li gorî zanyariyên ku Kurdistan24ê bidestxistine, her du tometbarên sereke F.A û A.K ji berê jî hin sûc kirine û sabiqeya wan heye. 

Ji aliyê serdozgeriyê ve lêpirsîn tê berfirehkirin û derbarê tometbaran de zanyarî têne berhevkirin. Li gorî agahiyên Kurdistan24ê bi dest xistine, dibe ku serdozgerî peyamên WhatsApp’ê yên di navbera tometbaran de ji Amerîkayê bixwaze û heger nivîs ji mobîl telefonan hatibin jêbirîn jî dê bêne bidestxistin.

Di 19ê Rêbendanê de di êrişeke çekdarî de sê jê jin pênc welatiyên ji parêzgeha Duhoka Herêma Kurdistanê li ser rêya Nisêbîn û Mêrdînê hatibûn kûştin.

Derbarê bûyerê de heft kes hatibûn desteserkirin. Ji heft tometbaran 3 kes bi merc hatibûn berdan û yek jê jin 4 kes hatibûn girtin. Tometbar li xwe mikurhatibûn ku wan her pênc welatî kuştine.

Lêpirsîna derbarê bûyerê de bi berfirehî berdewam dike.