Putin: Tankên Almanyayê bo ser Rûsyayê cardin bûne gef

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin şerê Ukraynayê wek êrîşa Naziyên serdema Şerê Cîhanî yê Duyem bi nav dike û dibêje, tankên Almanyayê bo ser Rûsyayê cardin dibin gef.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin şerê Ukraynayê wek êrîşa Naziyên serdema Şerê Cîhanî yê Duyem bi nav dike û dibêje, tankên Almanyayê bo ser Rûsyayê cardin dibin gef.

Di salvegera serkeftina Yekîtiya Sovyetê ya berê bi ser Naziyên Almanyayê de, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di gotara xwe de diyar kir, tankên Almanyayê, ku wek alîkarî bo Kîevê têne dayîn, bo ser Moskowê dibin gef.

Vladimir Putin eşkere kir: “Tiştê ku ez behsa wê dikim, mijareke cidî ye, tankên Almanî bo ser Moskowê cardin dibin gef.”

Putin dibêje: “Hevpeymanên Hitler li seraxa Ukraynayê li dijî me şer dikin.”

Şerê Stalingrad (1942-1943) yek ji wan şeran bû ku zêdetirî 2 milyon kes hatin kuştin, heta niha jî Rûsya wî şerî bi bîr tîne, ku tê de bi ser Naziyên Almanyayê de bi ser ketin.