Bogdanov: Hevdîtina Rûsî-Sûrî-Tirkî-Îranî di demeke nêzîk de ye

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov - Wêne: Arşîv
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov - Wêne: Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov piştrast kir ku dê di demek nêzîk de civînek li ser asta cîgirên wezîrên derve yên Rûsya, Sûriye, Tirkiye û Îranê were lidarxistin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov di daxuyaniya xwe ya ji bo “Sputnik” de eşkere kir, dibe ku di destpêka Nîsanê de li Moskoyê hevdîtina çaralî yên li ser asta cîgirên wezîrên derve yên Rûsya, Sûriye, Tirkiye û Îranê pêk were.

Bogdanov di wê baweriyê de ye ku dê ev şêwirînên di destpêka meha Nîsanê de li Moskoyê, bi mebesta amadekirina civîna li ser asta wezîrên derve yên wan welatan be.

Ev yek di demekê de ye, roja şemiya borî Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di pêwendiyeke telefonî de rewşa Sûriyê gotûbêj kirin û tekezî li ser berdewamiya asayîkirina pêwendiyên di navbera Enqere û Şamê de kirin.

Kremlînê jî di daxuyaniya de got, di pêwendiyê de li ser pirsgirêka Sûriyeyê hat rawestandin û bal kişand li ser girîngiya berdewamiya pêvajoya asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Sûriyeyê. Serokomarê Tirkiyê jî di hevpeyvîna ligel Putin de tekezî li ser rola navbênkar a Rûsyayê di vî warî de kir.

Di dema seredana serokê Sûriyê Beşar Esed bo Moskoyê di nîva meha Adarê de, Esed di hevpeyvînekê de ligel “RT” de rexne li Tirkiyê û serkirdayetiya siyasî tên welarî kir. Her wiha civîna cîgirên wezîrên derve, ku biryar bû roja 16ê Adarê bihata kirin jî hat paşxistin.