Şanda Şamê bo civîna çaralî: Em ê tekeziyê li ser bidawîkirina hebûna Tirkiyê li Sûriyê bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê diyar kir, ew ê di civîna 4 alî de tekeziyê li ser bidawîkirina hebûna artêşa Tirkiyê ya li ser axa Sûriyê bikin.

Îro şanda Sûrî bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Eyman Sosan ji Şamê ber bi Moskoyê ve bi rê ket, da ku beşdarî civîna çaralî ya cîgirên wezîrên derve yên Sûriye, Rûsiya, Îran û Tirkiyê bibe.

Sosan ji rojnamevanan re ragihand, şanda Sûrî dê roja 3ê Nîsanê bi aliyên Rûsî û Îranî re şêwirên dualî bike û roja din 4ê Nîsanê jî dê beşdarî civîna çaralî bibe.

Sosan her wiha got, şande dê di civînê de tekeziyê li ser bidawîkirina hebûna leşkerî ya Tirkiyê li axa Sûriyê, têkoşîna li dijî terorê û nedestêwerdana di karûbarên navxweyî yên Sûriyê de bike.

Ev civîn di çarçoveya asayîkirina pêwendiyên di navbera Sûriye û Enqerê de ye, tê çaverêkirin jî, ev civîn dê rê li ber civîneke din a li ser asta wezîrên derve yên wan her du welatan veke.

Di dawiya sala 2022an de, wezîrên berevaniyê yên Rûsya, Tirkiyê û rêjîma Sûriyê li Mosko civiyabûn ku ji sala 2011an ve, ev yekem civîn bû wezîrên berevaniyê yên Sûriye û Tirkiyê bi hev re dicivin.