Li Semsûrê navendên şahiyê bo zarokan bê beranber in

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Semsûrê navendên şahiyê yên zarokan biryar dane hefteyê 4 rojan navendên şahiyê bo zarokan belaş bin. Xwediyê navendên şahiyê dibêjin ew dixwazin zarok ji bandora erdhejê derbikevin û bikenin da ku wan rojên reş ji bîr bikin.

Yek ji beşên civakê ku hem tirsa erdhejê hîn dilê wan de ye û hîn jî bandorên xirap ên erdhejê ser wan berdewam e zarok in. Li Semsûrê jî ji ber vê rewşê Navendên Şahiyê Yên Zarokan ji bo ku zarok tirsa erdhejê ji bîr bikin û demên xweş û rengîn derbas bikin bi awayeke demkî xizmeta ji bo zarokan belaş dide.

Berpirsê Navenda Şahiyê Hakan Tûzlûca: “Ji bo ku zarok bikenin û ji xelkê Semsûrê re me daye destpêkirin. Ji Pêşemê heta yekşemê ji demjimêr 1 heta 5ê bo zarokan belaş e.”

Zarokên ku dibihîsin navenda şahiyê belaş e berê xwe didin navendê û keyfxweş in ku piştî rojên reş û giran demekî kurt be jî ji atmosfera erdhejê dûr bikevin

Zarokê Semsûrî: “Li Semsûrê erdhej çêbû em çadiran de man, hêna nû em derbasî malê bûn, îro jî hatim vê derê demek xweş derbas bikim.”

Zarokekî din: “Ji ber erdhejê moralê me xirap bibû, em hatin vê derê hinekî moralê me baş bû.”

Pispor dibêjin ji bo ku bandorên mayînde ser zarokan nemînin pêwîst û girîng e ku bernameyên wisa werin li darxistin.