Wezîrê Derve yê Siûdiyê ji sala 2011an ve bo cara yekem serdana Sûriyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Bo cara yekem ji piştî 12 salan, Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan gihîşt Şamê û bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re civiya.

Wezareta Derve ya Erebistana Siûdiyê duhî sêşemê ragihand, Wezîrê Derve Feysel Bin Ferhan gihîşte Şamê û li firokexaneya wê ya navdewletî ji aliyê Wezîrê Karûbarê Serokatiya Komarê Mensûr Ezam ve hat pêşwazîkirin.

Diyar kir jî, ev serdan di çarçoveya dilxwaziya ​​Siûdiyê ya ji bo gihiştina bi çareseriyeke siyasî ji kirîza Sûriyê re, dawîkirina hemû encamên wê, parastina yekîtî, ewlekarî, aramî û nasnameya Erebî ya Sûriyê û vegerandina wê bo çarçoveya wê ya Erebî tê, bi awayekî di berjewendiya gelê wê de be.

Wezareta Derve ya Siûdiyê tekez kir ku Wezîrê Derve Feysel Bin Ferhan bi Beşar Esed re behsa hewlên gihîştina çareseriyeke siyasî li Sûriyê kir û diyar kir ku Bin Ferhan gavên pêwîst ji bo bidestxistina çareseriyeke siyasî ya berfireh li Sûriyê gotûbêj kirin.

Ev serdan piştî çend rojan ji serdana Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad bo Ciddeyê tê ku li gorî daxuyaniyeke hevbeş, di civînê de pêkanîna çareseriyekê li Sûriyê ji bo vegera wê bo çarçoveya xwe ya erebî û dîtina çareseriyeke siyasî ku yekitiya Sûriyê biparêze, hatin gotûbêjkirin.

Her wiha ev serdan di demekê de ku hejmarek ji welatên erebî li ser egera vegera Şamê bo Komkara Erebî gotûbêjan dikin, piştî ku endamtiya wê ji destpêka xwepêşandanên cewawerî yên di bihara 2011an de hat rawestandin.

Piştî destpêkirina xwepêşandanan li Sûriyê di sala 2011an de, çend welatên erebî bi serokatiya Erebistana Siûdî, pêwendiyên xwe yên dîplomatîk bi Şamê re qut kirin.

Erebistana Siûdî ku balyozxaneya xwe li Şamê di Adara 2012an de girt, di salên pêşî yên şer de jî, piştgirî da opozisyona Sûrî û pêşwazî li hejmarek ji serkirdeyên wê kir.

Lêbelê, di van çend salên borî de, nîşanên vebûna ereban li hember Sûriyê derketin holê ku bi vekirina Îmarata Erebî balyozxaneya xwe li Şamê di sala 2018an de, dest pê kir.