Serok Barzanî pêşwazî li Haşim Haşimî kir

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li siyasetmedarê Kurd Haşim Haşimî kir.

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li siyasetmedarê Kurd Haşim Haşimî kir.

Roja Duşemê 15ê Gulana 2023an li Selahedîn, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li kesayetê navdar û siyasetmedarê Kurd û parlamenterê berê Haşim Haşimî kir.

Di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî ya Tirkiyê û pêşhatên herî dawî, danûstandina fikr û ramanan hat kirin û tekezî li pêwendî û dostaniya herdu aliyan hat kirin.