Kompanyayên 15 welatan beşdarî 13emîn Pêşangeha Bînesazî û Avedankirinê li Hewlêrê dibin

Pêşangeha Bînesazî û Avedankirinê li Hewlêrê / Wêne: Îslam Hîro - Kurdistan24
Pêşangeha Bînesazî û Avedankirinê li Hewlêrê / Wêne: Îslam Hîro - Kurdistan24

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 13emîn Pêşangeha Bînesazî û Avedankirinê li Hewlêrê vedike ku zêdetir ji 214 kompaniyên navxweyî û biyanî tê de beşdar dibin.

Rêvebirê Cîbicîkar ê Navenda Pêşangehên Hewlêrê Hesen Samî îro 23ê Gulanê ji K24ê re ragihand, pêşangeh dê çar rojan berdewam be û di sê rojên destpêkê de jî bi beşdariya karsazên biyanî û nevxweyî dê konferanseke navdewletî were lidarxistin.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, piştî vekirina pêşangehê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê beşdarî paneleke taybet bibe.

Hesen Samî got, ji 15 welatên cuda, 214 kompanya dê beşdarî pêşangehê bibin ku ji sedî 80 ji wan biyanî û ji sedî 20 jî kompaniyên navxweyî ne.

Bi gotina Rêveberê Navenda Pêşangehên Hewlêrê, zêdetirî 400 markayên navdewletî dê beşdarî pêşangehê bibin û bazirgan dikarin di vê heyamê de danûstandinên xwe yên bazirganî bikin.

Cudahiya vê pêşangehê ji pêşangehên din ew e, serdan sînordar in û tenê bazirgan dikarin serdana pêşangehê bikin û bazirganên din ji nêzîk ve bibînin.