Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî li Amsterdamê bi xelatan bi dawî bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî bi beşdariya 25 kurtefîlm û belgefîlman li Amsterdamê hat lidarxistin. Piştî nirxandina komîta dadweran û çavdêrên festîvalê, xelatên baştirîn fîlm, lîstikvan û derhênerî ji bo fîlmên beşdar hatin dayîn.

Rêvebirê festîvalê Rêbar Doskî ji Kurdistan24ê re ragihand: “Armanca me ji lidarxistina vê festîvalê ji bo jinan ew e ku çanda Kurdî nîşan bidin û piran di navbera civaka Kurd û cîhanê de ava bikin.

Da zanîn jî, 22 fîlm ji aliyê sînemagerên Kurd ên her çar parçeyên Kurdistanê ve haine çêkirin û 3 fîlm jî ji aliyê neteweyên din ve hatine çêkirin, lê naverok û senaryoyên wan Kurdî ne di festîvalê de beşdar in, ligel wê jî stran û muzîka Kurdistanê hat pêşkêşkirin. Di dawiyê de navên baştirîn lîstikvan, baştirîn fîlm û baştirîn derhêner hatin eşkerekirin.

Got jî: “Huner hertim çekekî bi bandor bûye ji bo parastina nasnameya me ya netewî û gihandina peyama neteweya me bo civaka cîhanî. Heta niha ev çek ji bo danasîna neteweyekî bindest nehatiye bikaranîn, lê armanca me di vê festîvalê de ew e ku em Kurdên herçar parçeyên Kurdistanê li hev kom bikin, ji bo bi hev re xebatên hevpar bimeşînin. Di baweriya min de, festival giring e ji bo xort û keçên ciwan ên ku li Hollandayê jidayik bûne ku çîrokên trajîk ên ku hatine serê miletê wan bibihîsin û bibînin.”

Rêvebirê festîvalê Rêbar Doskî diyar kir, Xelata Baştirîn Derhêner ji derhênerê fîlmê Zarokriya Îmad ji Zehawî Sencawî re, Xelata Baştirîn Belgefîlm ji belgefîlmê Deriyê Xewnan re ji bo Negîn Ehmedî hat dayîn.