Erdogan îro sonda yasayî dixwe

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro di demjimêr 15:0an de sonda yasayî dixwe, ku di merasîma sondxwarinê de 21 serokên dewletan û 13 serokwezîr û gelek serokên parlamento, nûner û wezîrên welatan û berpirsên saziyên navdewletî beşdar dibin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro di demjimêr 15:00an de sonda yasayî dixwe, ku di merasîma sondxwarinê de 21 serokên dewletan û 13 serokwezîr û gelek serokên parlamento, nûner û wezîrên welatan û berpirsên saziyên navdewletî beşdar dibin.

Recep Tayîp Erdogan ku bi dengên 27 milyon û 834 hezar û 589 welatiyên Tirkiyê cardin bû Serokomarê Tirkiyê, îro roja Şemiyê 3ê Hezîrana 2023an piştî sonda yasayî bi awayekî fermî bo cara sêyem dest bi kar dike.

Erdogan di demjimêr 14:00an de destpêkê li Parlamentoya Tirkiyê sonda yasayî dixwe û mazbataya xwe ji serokê demkî yê Parlamentoya Tirkiyê Devlet Bahçelî werdigire.

Piştre di demjimêr 15:00an de serdana gora Mistefa Kemal Ataturk dike û di demjimêr 17:00an de jî beşdarî merasîma destbikarkirinê ya li Koşka Serokomariyê dibe.

21 serokên dewletan, 13 serokwezîr û wezîr û nûnerên 78 welatan beşdarî merasîma destbikarkirina Serokkomarê Tirkiyê dibin.