Yaşar Guler: PKK mehkûmê têkçûnê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Yaşar Guler li Şirnexê ragihand, ew li ser şerê li dijî PKKê rijd in. Li gor Yaşar Guler, Kurd û Tirk ji mêj ve birayên hev in, bihevrebûna wan dê hetahetayê berdewam be.

Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyê Yaşar Guler serdana bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê kir û li dijî PKKê çend peyam dan.

Yaşar Guler got: “Hemû sazî û rêxistinên dewleta me ji bo Şirnexeke pêşketîtir dixebitin. Îro çiyayên Gabar û Katoyê bi neftê tên bibîranîn, ne bi terorê. Zeviyên petrolê yên nû têne dîtin û hilberîna petrolê zêde dibe.

Tekez kir jî, “Şirnex ji bo ku bibe paytextê petrolê gavên xurt diavêje. Ev ji bo zarokên me yên Şirnexê tê wateya derfetên nû yên kar. Herwiha niha li çiya û kaniyên Şirnexê mîhrîcanên çandî tên lidarxistin. Çalakiyên werzîşê yên navxweyî û navneteweyî tên lidarxistin. Niha xwezaya xweş a Şirnexê derdikeve holê.”

Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyê got: “Me bi operasyonên xwe yên li dervayî sînor û li nav sînor, derbeyên giran li PKKê dan. Me şiyana tevgerê ya PKKê jinav bir û êdî aramiya Şirnexê ji dervayî sînorên me tê parastin.

Herwiha got: “Divê ez tekez bikim ku di paşaroja navçeyê de cihê rêxistinên terorê namînin. Çawa ku DAIŞ nûnertiya misilmanan nake, PKK jî nikare nûnertiya birayên me yên Kurd bike. PKK mehkûmê têkçûnê ye. Kurd û Tirk ji mêj ve birayên hev in û ev biratî dê heta hetayê berdewam bibe.”