Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê di erkê xwe yê pîroz de berdewam be

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Îslamê ya Kurdistanê peyameke pîrozbayî belav kir û hêvî xwast ku ew bi erkê xwe yê pîroz berdewam be ji bo pêşxistina çanda miyanrewî û pêkvejiyana aştiyane di navbera pêkhateyên cuda yên Kurdistanê de.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Bi boneya 53 saliya damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî serok û endamên Buroya Cîbicîkar, Encûmena Navendî û hemû mamostayên olî yên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî dibêje: “Hêvîdar im Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê di erkê xwe yê pîroz di warê pêşxistina çanda miyanrewî û pêkvejiyana aştiyane di nav pêkhateyên cuda yên Kurdistanê de, rûbirûbûna hizra tundrewî, parastina aştiya civakî û berevanîkirina pirsên netewî û mafên rewa yên gelê Kurdistanê de berdewam be.”