Nêçîrvan Barzanî: Mamosta û zanayên olî bi roleke çalak di pêşxistina giyanê tebayî û pêkvejiyanê de radibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 53 saliya damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê peyamek arasteyî Serok, Buroya Cîbicîkar û endamên yekîtiyê kir û ragihand, “Mamoste û zanayên olî roleke çalak di pêşxistina giyanê hevgirtin û pêkvejiyana aştiyane de digirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîr Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Bi boneya 53 saliya damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê bi germî pîrozbahiyê li Serok û Buroya Cibicîkar û hemû endamên Yekîtiyê dikim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim.”

Nêçîrvan Barzanî got: “Rol û têkoşîna mamosta û zanayên olî û Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê di dema şoreş û têkoşîna li dijî stemkariyê de, herwiha amadehiya wan û bandora wan di roja îroyîn a azadî û civaka Kurdistanê de û hewlên wan ji bo parastina mafên zanayên olî de, bilind dinirxînin.”

Herwiha got: “Mamosta û zanayên olî bi roleke çalak di pêşxistina giyanê tebayî, lêborîn û pêkvejiyana aştiyane, rûbirûbûna gotinên nefret, teror û tundrewiyê û parastina nirxên biha yên civaka Kurdistanê de radibin. Ji ber wê jî weke her car em destxweşî û piştevaniya wan dikin û tekeziyê li ser parastina mafên wan û baştirkirina jiyana wan dikin.”