Blinken gehişt Îraqê û bi Sûdanî re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê bi serdanekê gehişt Bexdayê û di westgeha yekê de jî bi Serokwezîrê Îraqê re civiya.

Îro roja Yekşemê, 5ê Mijdara 2023ê, Nivîsîngeha Ragehandinê ya Serokwezîrê Îraqê ragehand ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken gehişt Îraqê.

Li gor wê ragehandinê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Bliken bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya, lê amaje bi naveroka wê civînê nehatiye dan.

Ev çend roj in ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê bi serdanekê gehiştiye Rojhilata Navîn ku meseleya şerê Israîl û Hemasê merema serekî ya serdana wî ye.

Piştî ku doh roja Şemiyê, 4ê Mijdara 2023ê, Blinken li Urdinê bi wezîrên derve yên çend welatên Erebî re li ser meseleya şerê Israîl û Hemasê civiya, îşev bi serdanekê gehişt Îraqê û tê gotin ku paştir biçe Tirkiyeyê jî.