Çalakiyên roja duyê ya Korbenda MEPSê dest pê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro seet 9:00 ê sibehê çalakiyên roja duyê ya Gera Çarê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn li Dihokê (MEPS23) dest pê dikin.

Li destpêka roja duyê ya MEPSê, gotara bixêrhatinê dê ji aliyê Serokê Zannîgeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê Dr. Randall Rhodes ve bê pêşkêşkirin.

Paşî Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê Xemîs Xencer dê di gotarekê de behsa rewşa niha ya Îraqê bike.

Her li roja duyê ya Korbenda MEPSê, Patiryark û Serokê Kenîseya Kildanî li Îraq û Cîhanê Kardînal Lwîs Sako dê gotarekê li ser pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê û Îraqê pêşkêş bike.

Îro li Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn li Dihokê (MEPS23), hejmareke siyasevanên navxweyî û navdewletî wekî axiftinker dê tevlî panelan bibin.

Doh roja Duşemê, 20ê Mijdara 2023ê, Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn li Dihokê (MEPS23) bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û zêdetirî 300 serkirde, siyasetvan û akademî û şarezayên warên aborî û ewlehiyê ji 80 welatan dest pê kir.

Korbenda MEPSê, ku ji aliyê Zanîgeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê ve hatiye rêkxistin, ev sala çarê ye ji bo komkirina serkirde û siyasetvanên deverê û cîhanê bûye sekoyek, ji bo ku danûstandinan li ser arêşeyên Rojhilata Navîn bikin û pêşniyaran ji bo çarekirina wan berçav bikin.

Dezgeha Medyayî ya Kurdistan24ê bi rêya şaşeya kanala xwe, malper û tevaya platformên medyaya xwe ya civakî romala panel û rûniştinên wê korbendê dike.