Umêd Xoşnaw: Îsal piroje bê cudahî digehin hemî qeza û nahye û gundên Hewlêrê

Civîna Parêzgerê Hewlêrê û Yekeyên Îdarî yên Quştepeyê
Civîna Parêzgerê Hewlêrê û Yekeyên Îdarî yên Quştepeyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgerê Hewlêrê di civîna xwe ya bi Yekeya Îdarî ya Qezaya Quştepeyê re amaje da, ji bo sala nû pilan heye wekî salên borî bê cudahî pirojeyan bigehînin tevaya qeza û nahye û gundên parêzgeha Hewlêrê.

Îro (Yekşem, 7ê Çileya 2024ê) Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw bi qayimqam û birêbever û berpirsên fermangehên hikûmî yên qezaya Quştepeyê re civiya.

Li dû ragehandineka parêzgeha Hewlêrê, di wê civînê de qayimqam û berpirsên îdareya qezaya Quştepeyê pêdivîtiyên pirojeyên xizmetkariyan û yekeyên îdarî pêxemetî çarekirina wan gehandin Parêzgerê Hewlêrê.

Wekî bersivek ji bo daxwazî û çarekirina arêşe û kêm û kasiyên wan, Parêzgerê Hewlêrê ragehand, “Di çarçoveya pirojeyên pêşxistina parêzgeha Hewlêrê de, pilan heye îsal wekî salên borî bi rengekê wekhev û bê cudahî li navendên qeza û nahye û gundên parêzgeha Hewlêrê pirojeyên xizmetkariyan bi cih bînin.

Herwesa Parêzgerê Hewlêrê tekez kir ku ew dê li dû şiyanên xwe xizmetkariyan bigehînin her devereka parêzgeha Hewlêrê, tevî ku hêşta arêşeyên darayî yên navbera Hewlêr û Bexdayê hilawîstî mane û danûstandin li ser wan tên kiri, xasma pirsa edilandina qanûna budceya federalî.

Quştepe, ku 19 kîlometran ji navenda bajarê Hewlêrê dûr e, li sala 1959ê bûye nahye. Ji ber berfirehbûn û zêdehiya hejmara gundên wê û pêxemetî zêdetir xizmetkirina welatiyan, li 21ê Gulana 2023ê, ji ber giringî û berfirehbûna wî sinorî, bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Quştepe bû qeza û li 27ê Mijdara 2023ê bi amadebûna Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, Bijar Mela Xidir di merasîmekê de wekî qayimqamê yekê yê wê qezayê hat destnîşankirin.