Parêzgerê Hewlêrê di rojbûna Şehîd Jînayê de: Em xwediyên îradeya xweneçemîn in

Umêd Xoşnaw
Umêd Xoşnaw

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi hejmareka şano û çalakiyên hunerî rêz li canê bilindfir ê Şehîd Jîna Pêşrew Dizeyî li mala wê ya moşekbarankirî hat girtin û merasîmên rojbûna wê hatin kirin. Parêzgerê Hewlêrê jî di nav wan merasîman de ragehand, “Hewlêr naheje, nalerize û natirse”.

Îro (Pêncşem, 25.1.2024) li wî cihê Hewlêrê yê ku artêşa Pasdarên Îranê moşekbaran kiribû û Jînaya 11 mehî şehîd kiribû, rojbûna Şehîd Jîna Pêşrew Dizeyî hat kirin.

Di nav merasîmên rojbûna Jînayê de, bi hejmareka şano û çalakiyên hunerî rêz li canê bilindfir ê Şehîd Jînayê hat girtin.

Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw jî tevlî wan merasîman bû û di konfiransekê rojnamevanî de ragehand, “Îro dilê gelekî, canê bajarekî, henaseya niştîmanekî û dia û lavayên mirovatiyê bi Jînayê re ne. Eger zalim û moşekên zarokkuj neban, îro li vê derê rojbûna Jînayê dê bi daybab û malbata wê re hatiba kirin”.

Parêzgerê Hewlêrê amaje jî da, “Niha welatek û gelek bi hêstir û birîn û bi tûreyî ve rojbûna vê pelatînkê pîroz dike, kevokên aştiyê jî ku hatin firandin li ser wêneyê Şehîd Jînayê dada û wan jî rojbûna wê pîroz kir”.

Umêd Xoşnaw her dîsa got, “Ya ku qewimî karesatek û zilmek bû bi ser gelê me de hatî, Xudayê mezin dê tola me veke. Eger artêşa Pasdarên Îranê xwediya moşekên dûrhavêj û zarokkuj be, gelê Kurd jî xwediyê îradeyeka xweneçemandinê û rêber û serokekê serkêşê Kurdîniyê û xweneçemandinê ye”.

Herwesa got, “Eger hemî gelê me nemîne jî, wekî Serok barzanî kerem kirî, em îradeya xwe nadin destê nehezan”.

Parêzgerê Hewlêrê li dawiya peyama xwe tekez kir, “Hewlêr naheje, naçeme, natirse û nalerize, Hewlêr û Kurdistan û Serok Barzanî herdem dê serkeftî bin”.

Ev di demekê de ye ku roja Duşemê, 15.1.2024, bi behaneya hebûna bingeheka Mossada Israîlê li Hewlêrê, artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên Balistî êrîş kir ser Hewlêrê û mala welatî Pêşrew Dizeyî, ku bazirganekê mezin ê Herêma Kurdistanê bû, kir armanc.

Ji verêja wê êrîşê, pênc welatî şehîd bûn û şeş welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî ne.

Li beranberî wê êrîşê, li piraniya bajar û bajarkên Kurdistanê û bajarên mezin ên Ewropayê xwenîşandin ji bo şermezarkirina êrîşên artêşa Pasdarên Îranê ya li ser Hewlêrê hatin kirin.