Parêzgerê Hewlêrê: Destpêkirina geştên asmanî yên Hewlêr û Diyarbekirê livînên bazirganî baştir dikin

Umêd Xoşnaw
Umêd Xoşnaw

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Hewlêrê li Diyabekirê radigehîne, “Li paşerojeke nêzîk hêla rasterast a asmanî di navbera her du bajarên Hewlêr û Diyarbekirê de tê vekirin, wesa livînên bazriganî yên navbera her du aliyan tên zêdekirin”.

Ev çend roj in ku şandeke Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê li bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê ye. Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro (Çarşem, 01.05.2024) li bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê ji K24ê re ragehand, “Em dixwazin ji hemî aliyan ve peywendiyên xwe bi bajarê Diyarbekirê re bihêztir bikin”.

Umêd Xoşnaw herwesa got, “Me peywendiyeke gelek baş bi Odeya Bazirganî ya Diyarbekirê re heye. Em hêvîdar in ev peywendî ber bi pêş ve biçe û bihêztir bibe ji ber ku li Herêma Kurdistanê derfeteke gelek baş ji bo karkirinê heye û hejmareke zêde ya weberhêner û kompaniyên biyanî lê kar dikin ku gelek ji wan Tirkî ne”.

Navbirî amaje jî da, “Li paşerojeke nêzîk hêla rasterast a asmanî di navbera her du bajarên Hewlêr û Diyarbekirê de tê vekirin û me di dema borî de gelek kar li ser vê mijarê kiriye. Rêxweşkirin ji bo dana vîzayê û rêkarên din dê rêxweşker be ku livînên bazriganî û peywendiyan di hemî waran de di navbera her du bajaran de baştir bibin”.

Parêzgerê Hewlêrê di derheqa destpêkirina piroseya aştiyê de eşkere kir, “Tiştê em li Bakurê Kurdistanê hest pê dikin û daxwaza xelkî ye pêşveçûna piroseya aştiyê ye. Di piroseya aştiyê de, dewlet û xelk jî mifadar dibe. Tiştê ku siyasetvanên Bakurê Kurdistanê ji Herêma Kurdistanê çaverê dikin ew e ku piştevaniya wê piroseyê bike. Bê goman di dema borî de Herêma Kurdistanê rolekî bibandor di wê piroseyê de hebû û piştevaniya wê jî dike”.

Her îro Serokê Odeya Bazirganî ya Diyarbekirê Mihemed Kaya piştî pêşwazîkirina şanda Odeya Bazirganî ya Hewlêrê ragehand, “Tirkiye çend peywendiyên xwe yên bazirganî bi Herêma Kurdistanê re berfirehtir bike, qebareyê bazirganiya wê hind zêdetir dibe”.

Mihemed Kaya herwesa got, “Peywendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê di pênc salên borî de di astê pêdivî de nebû, lê bweriya me ew e ku dawî serdana Serokkomarê Tirkiyeyê ji bo Hewlêrê dê qebareyê bazirganî ji salên 2013 heta 2015ê di navbera me de derbaz bike”.