Xortekî Kurd bi riya fîlemekî pileya duyemîn werdigire

Ramazan Kilic ji Agirî ye xortekî Kurd e û li zankoyê di beşa sînemayê de dixwine. Bi saya weqfekê fersendek dikeve destê wî û ew bi kurte fîlmê xwe yê bi navê "Penaber" beşdarî pêşbirkekê dibe, û bi saya vî filmî di pêşbirkê de dibe duyemîn.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Ramazan Kilic ji Agirî ye xortekî Kurd e û li zankoyê di beşa sînemayê de dixwine. Bi saya weqfekê  fersendek dikeve destê wî û ew bi kurte fîlmê xwe yê bi navê "Penaber" beşdarî pêşbirkekê dibe, û bi saya vî filmî di pêşbirkê de dibe duyemîn.

Ramazan Kılıç ji Agirî ye û li zankoyê di beşa sînemayê de dixwîne. Ew di maweya salên li zankoyê de gelek caran bi karûbarên şanoyê jî mijûl bûye, lê wî her tim xwestiye ku di warê sînemayê de karekî serkeftî bike. Herî dawî bi saya weqfa Sabancî fersendek dikeve destê wî û ew bi kurte fîlmê xwe yê bi navê "Penaber" beşdarî pêşbirkekê dibe, û bi saya vî filmî di pêşbirkê de dibe dûyemîn.

Filmê "Penaber" behsa jiyana jinên penaber bûne dike. Kiliç di despêkê de li ser filmî gelekî difikire û her wiha di vî warî de di gel mamosteyên xwe jî dişêwire.

Derhêner Ramazan Kiliç li ser vê hunerê ji K24ê re wiha axivî: “Di serî de min fikirî ka gelo ew makîneyên wêneyan yên ku kalên me ji hecê tînin ezê çawa bikaribim şîrove bikim... Min ev fikra xwe bi mamosteyê xwe re parve kir û wî jî ev fikir gelekî eciband. Paşê em derbasî qonaxa pêşxistina filmî bûn û em li ser mijarê kûr bûn êdî. Anku ev film di maweya dersan de derkete holê.”

Kiliç, dema ku dixwaze filmê xwe çê bike hem ji aliyê aborî ve hem jî ji aliyê cihê ku dixwaze lê çêbike ve rastî gelek arîşeyan tê. Her wiha dema ku filmê xwe çêdike hêvî nake ku di pêşbirkê de filmê wî dê xelatekî wergire û bibe filmê duyemîn.

Kiliç derbarê fîlmê xwe de jî got: “Xelat wergirtin bo han danê rêbazeke gelekî başe. Ji ber ku ez xwendevan im û bo pêşketinê han dan tiştekî gelekî baş e. Bi rastî min hêvî nedikir filmê min dê were vê astê. Min gelek eleqeyeke baş dît û rêya min jî hinekî vebû. Edî bo ku ez bixim cv ya xwe filmeke min heye.”

Kiliç, di kurte filmê xwe de ji strana hûnermendê Kurd Aram Tîgran sûd wergirtiye û di filmî de jî ev stran bi kar aniye.

Kiliç dibêje: “Ev stran li hestên filmî û li temaya wî gelekî di gunca. Ji xwe ya ku me xwestî em bibêjin me bi dimenan Aram Tîgran jî bi strana xwe şîrove kiriye.”

Listîkvana sereke ya filmê penaber Hûlya Yucel jî hestên xwe bi K24ê re parve kir û got: “Piştî filmî demek dirêj rihê min hişên min li cihê ku me film lê kişandî, anku li Taksim li cadeya Îstîklalê ma. Û min got divê ez ji bo wê afreda penaber tiştekî bikim. Bi rojan ez li vê fikirîm. Ez di serî de bi kişandina filmî spasiyê li kek Remezan dikim û paşê jî spasiya hemû karmendên ku ked dane vî karî dikim. Ji bo min bîrhatineke gelekî hêja çêbû.”

Kiliç amaje dike ku di berîkên wî de hê gelek çîrok hene û heger derfet bibîne dixwaze di dahatûyê de van çîrokan bi rêya sînemayê derbixe pêşberî mereqdarên sînemayê. Herwiha xeyala wî ya herî mezin jî ew e ku rojekê filmeke metraj dirêj çêbike.