Rojane dengê mûzîka Kurdî li kolana Îstîklalê bilind dibe

Kolana Îstîklalê ya Taksîma Stenbolê yek ji wan rawestgehên herî serekeye bo gelek biyanî û geştyaran. Bi taymendiya xwe ya dirokî û çalakiyên çand û hunerê her demê rojê ji mirovan tijeye ev kolan. Yek ji taybetmendiyên sereke ya vê kolanê jî bêguman muzîkjenên kolanan in.

K24- Stenbol

Kolana Îstîklalê ya Taksîma Stenbolê yek ji wan rawestgehên herî serekeye bo gelek biyanî û geştyaran. Bi taymendiya xwe ya dirokî û çalakiyên çand û hunerê her demê rojê ji mirovan tijeye ev kolan. Yek ji taybetmendiyên sereke ya vê kolanê jî bêguman muzîkjenên kolanan in. Rojane stran û awazên bi dehan kom û muzîkjenên ji çand û zimanên cûda, li vê kolanê olan dide. Helbet muzîka Kurdî jî yek wan dengên serekeye ku ji aliyê xuyanî û biyaniyên ji çar aliyên cîhanê ve, bi baldari tên guhdarkirin. Lê belê di nav van muzîkjenan de dîsa tenê muzîkjenên Kurd rastî qedexeyan tên û bi kêşeyên der mirovî re rû bi rû dimînin.

Îsmaîl Koyuncu:muzîkjenê Kurd, dibêje:"Roj bi roj em li vira li kolanan stranan dibêjin. Ew ên Tirkî dizanin Kurdî nizanin ew jî me guhdarî dikin. Ew ên qet Tirkî nizanin tenê Kurdî dizanin ew jî me guhdarî dikin. Ew ên qet Kurdî û Tirkî nizanin ew jî me guhdarî dikin. Em jî bi vê yeke keyfxweş dibin. Navde hinek ji me re pirsgirêkan derdixin lê eleqeya me bi wan tune ye. Em ê kare xwe wisa destpê bikin. dewam bikin. Ez di muzîka Kurdî de zehf keyfxweş dibim. Ezê her dem bikim. Qet bernadim. Heta mirinê ez ê li kolanan stranan bêjim. Ez ê di sehneyan de bêjim. Hetanî destê min gihişte ku ez ê bêjim."

Murat Çelîk, muzîkjenê Kurd, dibêje:"Ez xelkê Mûşê me Mûş Varto. Ev 5-6 sale ez li vir hunera muzîkê dikim. Em gava stranan dibêjin milet ji me pir keyfxweş dibe. Tabî pirî caran pirsgirêk jî derdikevin. Em navê wan nebêjin hûnê fehm bikin. Zimanê me Kurdî gelek baş dibînin. Ji her zimanê mirov tên vê dere. Mesela Ereb in, Alman in, Fransî ne tên me guhdar dikin gelekî keyfxweş dibin. Yanî bi rastî zimanê me zimanekî pir baş e, zimanekî pir cûda ye. Ez însanek Kurd im, Xwedê kir ku Ez Kurdim."

Komên muzîka Kurdî ku her êvarê li ser kolanê dest bi mûzîkê dikin dibêjin mûzîka Kurdî jî beşek ji muzîka cîhanê ye ji loma ew bi vê yekê hem muzîka Kurdî hem jî zimanê Kurdî bi geştyarên ji çarmedorê cîhanê didin nasîn.

Musa Îrîs - Muzîkjenê Kurd, got:"Ev çend sal e em li vir in. Çar salê min e ez li vira me. Gelek millet hene Kurmancê wê, Tirkê wê, Elewiyê wê, zazayê wê, biyaniyên wê. Dema ku em potporî lê dixin tên disekin, dileyîzin. Gava em qerebalixê dikin, ji me re kêşeyan derdixin. Tên radikin, gîtarên me hildidin. Ji me re sizayê dinivîsin. Dibêjin hûn derdorê aciz dikin. Em kesî aciz nakin. Millet tê dileyîze, tê keyfxweş dibe. Bi berdewam ji me re arîşeyan derdixin. Em dîsa jî kare xwe bernadin. Hingî em hebin em dê li vira bin. Mezinên me yên li Almanya yên li vira bila deste me bigrin. Alîkarê me bin. Me gelekî arîşe dîtine. Spas."

Kêşeya herî mezin ya muzîkjenên Kurd jî pêşdaraziya hêzên ewlehiyê ya li ser zimanê Kurdî ye. Muzîkjenên Kurd amaje dikin; ew li kolanê wekî bi dehan kom û muzîkjenên ji zimanên din, tenê stran û awazên xwe dibêjin, lê ji ber karvedanên tûnd ew bêzar bûne û daxwaz dikin rayedar û hêzên ewlehiyê bo wan û hunera wan hinekî bi hestyarî tevbigerin.