Bagerê piyanist li Stenbolê ligel Fazil Sayê piyanîstê navdar li hev civiya

Bager Çalişci yê 7 salî, ku ji bajarê Mûş a Bakurê Kurdistanê ye, çavên wî nabîn in, lê her deng û awazên ji derûdor dibihîse, li notayê diçerixîne û bênoqsan li piyanoyê dixe. Zarokê Kurd, piştî li gundê xwe konsert da, di rojeva Tirkiyê de cîh girt û ji aliyê Fazil Say ê piyanîstê navdar ê vî welatî bo konserta xwe ya li Stenbolê hat vexwendin.

K24- Istanbol

Bager Çalişci yê 7 salî, ku ji bajarê Mûş a Bakurê Kurdistanê ye, çavên wî nabîn in, lê her deng û awazên ji derûdor dibihîse, li notayê diçerixîne û bênoqsan li piyanoyê dixe. Zarokê Kurd, piştî li gundê xwe konsert da, di rojeva Tirkiyê de cîh girt û ji aliyê Fazil Say ê piyanîstê navdar ê vî welatî bo konserta xwe ya li Stenbolê hat vexwendin.

Bager û pîyanîstê navdar, dê di nav du salan de, bi hev re konsertek mezin lidar bixin.

Ji dayikbûnê çavê wî nabîne tevî vê astengiya xwe bênoqsan li piyanoyê dixe.

Bager Çalişciyê 7 salî ku ji bajarê Mûşa Bakurê Kurdistanê ye, guhên wî xwediyê behremendiya guhê absolut e ku li cîhanê kêm kes lê hene yanê her dengê ku dibihize dikare wek nav û nota vebibêje.

Bager piştî ku li gundê xwe ji bo zarokan konserta xwe yekem saz dike bala hemû kesan dikêşîne û ji aliyê piyanîstê navdar ê Tirkiyê Fazil Say ve hat vexwendin bo Stenbolê da ku beşdarî konserta wî bibe. Berî konsertê ligel hev civiyan û bi hev ra li piyano xist.

Bager Çalişci-Piyanîst , got: Pêşî min di ser telefona bavê xwe re dest bi lêdana piyanoyê kir. Paşê bavê min ji bo min org kirî. Herî dawî ez çûm navendeke hunerî li wir min mamosteyê muzîkê Caner nas kir bi alîkariya wî ez pêş ketim. Dixwazim bibim piyanîstekî gelek serkeftî û hemû cure muzîk fêrî zarokan bidim. Gava ez li piyanoyê dixim pir dilxweş dibim.

Mihemed Çalişciyê bavê Bager ku pê dihese kurê wî gava li malê stranek tê guhdarkirin reaksiyonek balkêş nîşan dide û piştre wî bi mamosteyê muzîkê re dide naskirin.

Mihemed Çalişci-Bavê Bager, got: Bager bi vê hunera xwe wê dengbêjên me yên navdar ên Kurd wek Şakiro û Zahiro jî wê bi awayek baştir bide naskirin da ku kultira Kurdan li cîhanê bide naskirin. Hêviya min jê gelek zêde ye. Min rojek jê ra got tu yê pêşerojê bibî wek Mozart ji min re got; bavo ez çima nebim Bager? Yanê dixwaze wek xwe bibe.

Mamosteyê Bager ku wek wî çavê wî nabîne balê dikêşîne ser zîrekiya hunera zarokê Kurd û bo pêşeroja Bager dibêje li cîhanê dê gelek deng vede.

Caner Keser-Mamosteyê Muzîk, dibêje: Bager di heman demê de li 6 dengên li piyanoyê dixe hemû notayên wan dengan dide der. Bi xebatên zêdetir wê gelek karên baştir jî bike.

Mamoste Caner dibêje Bager û Fazil Sayê piyanîstê navdar di nav du salan de wê bi hev ra konsertekê li dar bixin.