Dana Gas berhemanîna gaza sirûştî li Kurdistanê zêde dike

Kompanyaya “Dana Gas” ragihand, wan mehane birê darayî ji Herêma Kurdistanê wergirtine û di heyama sala 2018an de birê 113 milyon Dolar wergirtine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kompanyaya “Dana Gas” ragihand, wan mehane birê darayî ji Herêma Kurdistanê wergirtine û di heyama sala 2018an de birê 113 milyon Dolar wergirtine.

Kompanyaya Dana Gasê ragihand, ku bi sedema zêdebûna çalakiyên xwe yên li Herêma Kurdistanê di sala 2018an de, wan kariye bi qasî 113 milyon Dolar dahat kom bikin.

Dana Gas di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê kiriye, di salên bê de qebareya berhemanîna gaza sirûştî li Herêma Kurdistanê bi qasî du caran ji niha zêdetir dike.

Dana Gasê bilindbûna rêjeya berhemanîna xwe ragihand, ew jî bi sedema ferehkirin û pêşvebirina projeyên ku li Herêma Kurdistanê, ku kolana kêlgeha Belsem 8 bidawî kir û berhemanîna wê ji 62 hezar û 250 bermîl bigihîne 70 hezar bermîl rojane.

Wê kompaniyê ragihandiye, ku ji ber geşepêdana projeyên li Herêma Kurdistanê, asta berhemhênana gaza sirûştî ji 305 milyon pêyên sêcar rojane bo 400 milyon pêyên sêcar zêde bûye.

Dana Gasê tekezî li ser wê yekê jî kiriye, ku wergirtina mafên diravî yên sala 2018an bûye sedem ku ew kompanya planên pêwîst bo girîngîpêdana bi zeviyên Herêma Kurdistanê bi başî cîbicî bike.

Rêveberê Cîbicîkar ê Kompanyayê, Patrîck Alman Ward diyar kir, ev yek jî wiha dike ku ew veberhênanên xwe li Herêma Kurdistanê zêde bikin ku dibe hokarê zêdebûna asta berhemhênana gaza sirûştî bo du caran li niha di dema çend salên dahatî de.

Ji aliyê xwe ve, kompanya “Pearl Petroleum”niha hin pîrên petrolê li kêlgehên Kormor û Çemçemalê li Herêma Kurdistanê dikole û planên wê yekê dike di sê salên bê de gaze 500 pê sêcar gaz û 10 – 12 hezar berîmîl petol rojane berhem bîne.

 

S. B