Tiramp: Em Seûdîye û malbat a Alseûd dê parêzîn
K24- Hewlêr
Girjî ya di navber a Donald Tiramp, kandîd ê Komarîyan bo serokatî ya Emerîkayê û Welîd Telal, dewlemend ê Seûdîye zêdetir bûye. herdû hêriş dikin ser hev. Tiramp di destpêkê de bi akr ên bazirganîyê ve navdar bû, niha pere yên wî zêdetire ji 10 milyaran, hevdem Welîd Telal, milyardêr ê Seûdîye pere yên wî digehe 30 milyar dolaran û wî Tiramp ji îflasî rizgar kirîye.