Li Kobanê piştî 26 salan ji xizmetê, mamosteyeke Kurd ji kar dihê derxistin û naçare piştîyan bikêşe
K24- Kobanê
Nûçegihanê Kurdistan24 li Kobanê ragehand: Ew Mamosta navê wî Derwêş Kerio ye û li derdorê bajarê Kobanê xizmet kirîye, lê wek ew bi xwe behis dike bê sedem ji kar hatîye dûrxistin.
Derwêş Kerio got jî: Wan bi tuhemeta serpêçîya exlaqî û yasayî ez ji kar dûrxistîme. Piştî 26 salan ji xizmetê û xizmetkirina zaroyên deverê, Ez ji wan dipirsim serpêçîyên min yên Exlaqî çîye û sedem çîye?
Ev mamosta piştî dûrxistana wî ji karê wî, naçar bûye bo peydakirina bijêwa Jîyana malbate xwe karên giran bike û piştîkêşîyê bike. Herçende temenê wî mezin bûye, lê piştî buhrandina temenê xwe bi karê mamostayîyê ve niha ji wî karî hatîye dûrxistin.
Bo zanyarîyên zêdetir li vê raportê binere.